Daxuyaniyên Serok Erdogan

"Digel rikberiya dijî kesên ku dikevin bin milên alîgirên rêxistina terorê em vê têkoşînê ji bona gelê xwe bi gelê xwe ra dimeşînin."

Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên ji bona şirîkên xwe yên îtifaqê aciz nekin rêxistina terorê şermezar nakin nikarin ji me ra behsa mirovahiyê bikin."

Erdogan li Salona Sporê ya Enqereyê di Kongreya Enqereyê ya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê da axivî û bi weşana zindî beşdarî kongreyên Ordu û Şanliurfayê bû.

Serokomar Erdogan der barê rexneyên dijî kongreyên AK Partiyê da got li hemberî kesên ku her komcivînên xwe dikin mîna arenaya gladyatoran û çemûrê diavêjin kongreyên AK Partiyê tenê dibişirim.

Erdogan der barê daxuyaniyên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da got em 5-6 sal e van şehîdên xwe ji nêz va dişopînin û tu çawa radibî û dibêjî 'berpirsiyarê van tiştan serokomar e'?

Serokomar Erdoganê diyar kir ji bona Kiliçdaroglu agahdar bikin Wezîrê Parastina Neteweyî û Wezîrê Karên Navxweyî şandiye wiha axivî, "Tu layiqî van tiştan nîn î. Em ê li Garê, li Cûdiyê, li Tendûrekê û li Bestler Derelerê şerê xwe yê dijî terorîstan bidomînin û tu jî ji trîbunê temaşe bike. Te zarîn û fîzara dayikên Diyarbekirê qet bihîst? Şerm nakî û ji bona 13 şehîdên me dibêjî 'berpirsiyar serokomar e'. Tu çiqas durû yî. Tu zilamekî tirsonek û newêrek î ku şeva 15ê Tîrmehê bi parêzvanan di nav tankan ra derbas bûyî û çûyî Şaredariya Bakirkoyê."

Erdogan diyar kir kesên ji bona şirîkên xwe yên îtifaqê aciz nekin rêxistina terorê şermezar nakin nikarin ji wan ra behsa mirovahiyê bikin û wiha got, "Digel rikberiya dijî kesên ku dikevin bin milên alîgirên rêxistina terorê em vê têkoşînê ji bona gelê xwe bi gelê xwe ra dimeşînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir divê Kiliçdaroglu û şirîkên wî bizanibin ku serê wan jî di ber da bê jêkirin ji terorîst û alîgirên wan ra serî danaynin û wiha peyivî, "Heta serê terorê bê pelçiqandin û li vî welatê pirsgirêka terorê ji kokê da bê çareserkirin em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em ji berê da bên kuştin jî me vî welatî mîna bihuştê teslimî FETOyiyên bêbext, PKKyiyên kujer û DEAŞîyên qetilxûn nekir û em nakin."

Erdoganê destnîşan kir derdê wan yê ji bona parastina terorîstan tuneye got ku loma jî em ê tu wextî çavê xwe ji asoyê nedin alî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser şewba Kovîd-19ê û wiha axivî, "Bi bernameyên taybet yên ji bona her kesî hatin kirin me aboriya xwe li pê hişt. Hejmara nivînên di unîteyên me yên nexweşiyên giran da hema hema bi qasî kapasîteya hemû Ewropayê ye. Bi xebatkarên tenduristiyê ku hejmara wan ji milyonek û 100 hezarî derbas dibe me ev pêvajo bi serkeftî meşand."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE