Daxuyaniyên Serok Erdogan

"Hema her roj em dibin şahidê dramayên penaberên ji hêla hêzên ewlehiyê yên Yewnan va zilm li wan tê kirin, tên şêlandin, tên kutan û heta wisa ku tên kuştin."

Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: " "Di rastiyê da di mijara koç û koçberan da barê herî giran ne welatên pêşvaçûyî, welatên cînarê herêmên qeyran lê çêdibin yên wek me dikşînin."

Erdogan ji Konferansa Koçê ya Parlamenteran ya Kurewî ra peyameke bi vîdeoyê şand.

Di konferansa ku bi mazûvaniya Meclisê û bi hevkariya Yekîtiya Di Navbera Parlamentoyan hat lidarxistin da Erdogan got ew kêfxweş in ku li Stenbolê konferanseke wiha li dar dixin û mazûvaniya parlamenteran dikin, paşê jî spasiya hemû kesên keda wan di vê xebatê da heye kir.

Serokomar Erdogan got hem şewba koronayê û hem jî pirsgirêkên aborîyê dibe sedem ku gelek kes terka mal û welatên xwe bikin û ji ber vê jî li dinyayê dijminatiya penaberan û biyaniyan her ku diçe mezintir dibe.

"Niha li dinyayê hejmara koçberan gihîşt 275 milyonî"

Der barê hejmara koçberan da Erdogan wiha agahî da: "Niha li dinyayê hejmara koçberan gihîşt 275 milyonî, hejmara kesên ji cihûwarên xwe bûnegihîşt 85 milyonan û hejmara penaberan jî gihîşt 30 milyonî. Piştî şerê Rûsya-Ykraynayê jî 5 milyon penaber jî li ser vê hejmarê zêde bû. Mixabin em di nav vê rewşê da rastî gelek bûyerên dilê me diêşînin tên. Rêwîtiyên ji ber zilm, tundî û birçîbûnê dest pê dikin û bi hêviya bigîhêje dahatûyeke biewle hin caran bi felaketê dawî dibin."

Serokomar Erdogan got qasî 30 hezar koçber li Behra Spî mirin, aqûbeta bi deh hezaran zarokên xwe spartine Ewropayê nayê zanîn û wiha dewam kir: "Hema her roj em dibin şahidê dramayên penaberên ji hêla hêzên ewlehiyê yên Yewnan va zilm li wan tê kirin, tên şêlandin, tên kutan û heta wisa ku tên kuştin. Di mijara koç û koçberan da barê herî giran ne welatên pêşvaçûyî, welatên cînarê herêmên qeyran lê çêdibin yên wek me dikşînin."

"Di 7 salên dawîn da li dinyayê welatê ku herî zêde mazûvaniya penaberan dike Türkiye ye"

Erdogan anî ziman di 7 salên dawîn da li dinyayê welatê ku herî zêde mazûvaniya penaberan dike Tirkiye ye û wiha axivî: "Yên ku çend sed koçber qebûl kirine û wan ji bo reklamê bi kar tînin dijî qeyranên mirovî tu berpirsyariyê hilnadin ser xwe.Di 500 salan da me ji milyonan însanan ra deriyê xwe vekir ku di serî da Musewiyên ji engîzîzyonê direviyan tên. Birayên me yên li Kafkasyayê û Balkanan jî xwe spartin Tirkiyeyê. Di Şerê Tengavê ya Yekemîn da em xwedî sed hezaran birayên me yên Iraqî derketin û me 3,6 milyon Sûriyeyiyên ji ber pevçûnên li Sûriyeyê reviyane jî qebûl kir. Me tu kesê ku hat deriyê me ji ber nijad, çand, dîn, mezhep û meşrebên cuda venegerand. Di 7 salên dawîn da li dinyayê welatê ku herî zêde mazûvaniya penaberan dike Tirkiye ye. Em ê vê vezîfeya ku dîrok, çand û baweriya me li ser me ferz dike înşallah ji vir şûn da jî bi cih bînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE