Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê bangî gel kir

Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê got, "Dema ji bo pêkanîna şert û mercên me gavan neavêjin, ez dixwazim bibîr bixim ku emê pêvajoyê rawestînin. Em dibînin ku Swêd tiştekî nû nake. Sekna me ya li hember endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ji bo NATOyê safî ye. Vêca ew zanin."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê li dar xist, bangî gel kir.

Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê got, "Dema ji bo pêkanîna şert û mercên me gavan neavêjin, ez dixwazim bibîr bixim ku emê pêvajoyê rawestînin. Em dibînin ku Swêd tiştekî nû nake. Sekna me ya li hember endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ji bo NATOyê safî ye. Vêca ew zanin."

Erdogan bal kişand ser enflasyonê û got, "Bi sererastkirinên sersalê û yên temûzê me soza xwe ya 'em xelkên xwe di bin enflasyonê de naperçiqînin', bi cih anî. Emê dawiya salê rewşa yên dahat sabît reçav bikin. Dema Tirkiye 2023 bi awayekî bê qeze û bê bela, guncav bi hedefên xwe li paş xwe hişt, emê tev de bibînin ku serdemeke nû û ronî li benda me ye."

"Dayena krediyê, tenê dê ji ser reqema krediyê ya ku hatiye sitendin ewê hesab bibe."

Serokomar Erdogan derbarê krediya hîndekariyê got, "Dayenên krediyê, bêyi ku ferqa enflasyon sepana faizê bêkirin, tenê dê ji ser reqema krediyê ya ku hatiye sitendin ewê hesab bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE