Daxuyaniyên Serok Erdogan

Erdogan beriya serdana xwe ya ji bona Soçiya bajarê Rûsyayê li Balafirgeha Esenbogayê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Daxuyaniyên Serok Erdogan

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Heger sozên ku Amerîkayê dane welatê me bi cî neyên em ê herekatê ji ciyê ku maye îcar bi biryardariyeke hê mezintir bidomînin."

Erdogan beriya serdana xwe ya ji bona Soçiya bajarê Rûsyayê li Balafirgeha Esenbogayê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê Herekata Kaniya Aştiyê da got heger sozên ku Amerîkayê dane welatê me bi cî neyên em ê herekata xwe ji ciyê ku maye îcar bi biryardariyeke hê mezintir bidomînin.

Erdogan diyar kir li Sûriyeyê heta niha qadeke 2 hezar û 200 kîlomêtroqere ji terorîstan hatiye paqijkirin û 160 cî û war hatine kontrolkirin û wiha got: "Ji 9ê Cotmehê heta niha 775 terorîst hatine berterefkirin. Ji ber êrîşên rêxistina terorê 7 eskerên me, 79 birayên me yên endamê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û 20 welatiyên me yên sivîl şehîd ketine."

Serokomar Erdogan der heqê vegeriya Sûriyeyiyan ya ji bona Herêma Ewle wiha peyivî: "Em ji hemû dewletên ku wijdan û vizyona wan heye hêvî dikin ku piştgiriyê bidin vê projeya ku wê dawî li hesreta welêt ya bi milyonan Sûriyeyiyan bîne."

Erdogan der barê dirêjkirina demê ya 120 seatan da got ku ji Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê teklîfeke wisa ji min ra nehatiye û jixwe ew van tiştan zêdetir bi terorîstan ra diaxive.

Serokomar Erdogan ji bona ziyareta xwe ya li Rûsyayê destnîşan kir ji bo ku li qadên hêzên rejimê lê ne hebûna PKK/PYD/YPGyê were bidawîkirin wê li ser gavên bên avêtin hevdîtinê bikin û got ku Tirkiye û Rûsya di şerê dijî her cure terorê da mîna hev difikirin.

Erdogan diyar kir di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê PKK/YPGyê tuneye û got ku em hêvî dikin ku bi hevkariya Rûsyayê em herêma xwe ji belaya terora cudakar rizgar bikin.

Serokomar Erdogan der barê valakirina herêma ewle da diyar kir 700-800 kes vekişiyane û got ku derketina qasî hezar û 200 - hezar û 300î jî bisûret dewam dike, tê gotin ku ew ê jî derkevin, em dişopînin.

Erdogan destnîşan kir ku ji Îranê hin gotinên tewşo mewşo dertên û wiha got: "Rûhanî di serî da, divê ev deng kerrkirana, ev min û hemû hevalên min ên mesaiyê aciz dike."

Serokomar Erdogan der barê axaftina bi Macron, Merkel û Johnson ra got ku di axaftina bi Johnson ra me got ku 'Em dikarin beriya Civîna NATOyê yan jî piştî civînê biaxivin'."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE