Daxwaza dayikên Diyarbekirê bi tenê ew e ku bigihîjin zarokên xwe

Fatma Akkuş: "HDP naxwaze me bibîne. Ew ne parlamenterên Kurdan, lê yên Qendîlê ne. Ka mirov dê ji wan çi hêvî bike"

Daxwaza dayikên Diyarbekirê bi tenê ew e ku bigihîjin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 476emîn.

Fatma Akkuş ku ji bo keça xwe Songul Akkuşê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ewladên wan ji avahiya parêzgehê ya HDPyê birin çiyê.

Akkuşê bal kişand ku HDP guh nade wan û wiha dewam kir, "HDP naxwaze me bibîne. Ew ne parlamenterên Kurdan, lê yên Qendîlê ne. Ka mirov dê ji wan çi hêvî bike. Wan keça min qeyd kir û bir. Çi ji me dixwazin. Bira zarokên me bidin."

Akkuşê her wiha bangî zarokên revandî kir û wiha got, "Werin teslîm bibin, dewlet ceza nade we. We dide dê û bavê we. We li dijî dewletê diemilînin. Hûn dijî dê, bav û dewleta we kirin dijmin. Ew der ne ciyê we ye."

Salih Gokçe ku ji Agiriyê hat û ji bo kurê xwe Mehmet beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku ew heta ewladê xwe û zarokên malbatên din hilnedin, ew ê dawiyê li çalakiya xwe neynin û wiha dewam kir, "HDP, PKKyê diparêze. Zarokên me berhev dikin dibin çiya. Ez timî jî bangî kurê xwe dikim ku teslîm bibe. Ev zarok hatin û yekî jê jî ceza nexwar. Dibêjin ceza heye û we dixapînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE