Daxwaza YEyê ji Yewnanistanê: ji bo "îdiayên tundiya dijî penaberan" lêkolîn

Adalbert Jahnzê Berdevkê Komîsyona YEyê di brîfînga çapameniyê ya rojane da axivî û wiha got: "Em hêvî dikin ku rayedarên Yewnanistanê li ser îdiayên midaxeleya dereqanûnî yan jî tundî û zextê (dijî penaberan) lêkolînê bikin."

Daxwaza YEyê ji Yewnanistanê: ji bo "îdiayên tundiya dijî penaberan" lêkolîn

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji Yewnanistanê xwest ku li ser îdiayên midaxeleya dereqanûnî yan jî tundî û zexta dijî penaberan lêkolînê bike.

Adalbert Jahnzê Berdevkê Komîsyona YEyê di brîfînga çapameniyê ya rojane da axivî û wiha got: "Em hêvî dikin ku rayedarên Yewnanistanê li ser îdiayên midaxeleya dereqanûnî yan jî tundî û zextê (dijî penaberan) lêkolînê bikin."

Jahnz diyar kir rayedarên Yewnanistanê bi rewşeke îstisna ra rû bi rû ne û wezîfeyeke dijwar bi cî tînin û wiha got: "Divê li gor siyaneta heqên sereke û di cî da vê bikin."

Penaber 13 roj in li herêma tampon ya di navbera deriyên sînor yên Pazarkule-Kastanîesê da ne.

Yekîneyên sînor yên Yewnanistanê bi bombeyên xazê û fişekên xazê midaxeleyî penaberan dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE