Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik derbarê daxwaznameya temyîzê ya wezareta perwerdeyê ya ji bo sonda xwendekaran de axivî. çelîk got “îfadeyên di daxwaznameyê de nêrîna ak partiyê nîşan nadin.” çelîk destnîşankir ku kesên derbarê daxwaznameyê de bi qusûr in ji wezîfeyê hatine girtin.
Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik: Bahçeli ev beşa di daxwazneyê de rexne kir, bi xwe mafdar e. Ev fikr û nêrîn ne ya AK Partiyê ye. Birêz Wezîrê me derbarê vê daxwaznameyê de xwedî nêrînekê ye. Nêrînên di daxwaznameyê de nirxandineke derbarê fikr û ramana gelê me, namsnameya me ya neteweyî de ye. Divê ku di daxwaznameyê de ev nêrîn bihata nîşandan. Lê digel fikr û ramana wezîrê me parêzerên li wir bi wî awayî dinivîsînin. Burokratê divê ku kontrol bikira, kontrol nekiriye. Di encamê de eleqeya bi parêzer re hatiye qutkirin û burokrat jî ji wezîfeyê hatiye girtin.