Dayik û 3 zarokên wê yên di binê enqazê da mabûn hatin derxistin

Dayik û 3 zarokên wê yên di binê enqazê da mabûn hatin derxistin

Dayik û 3 zarokên wê yên di binê Apartmana Doxanlarê ya ji ber erdheja Îzmirê hilweşiyabû da mabûn 23 saet şûnda bi destê ekîban hatin xilaskirin.

Ekîbên li enqaza Apartmana Doxanlarê xebatên xwe dimeşindan di saet 07.00an da li asta qatê 3yan deng bihîstin.

Paşê di axaftinên saet 8 û 9an da ekîban bi Seher Derelî Perînçeka dayik a 38 salî ra têkilî danîn û hîn bûn ku Perînçek bi zarokên xwe yên Ezel û Elzem Perînçeka (10) cêwî, Umut Perînçek (7) û Elif Perînçekê (3) ra ye.

Ekîban hem ji aliyê mitfaxê ra hem jî ji aliyê salonê ra xebatên xwe zêde kirin da ku xwe bigihînin malbata di binê enqazê da.

Kêmzêde 23 saet piştî erdhejê dayik û 3 zarokên wê bi destê ekîban hatin derxistin. Betanî li kesên ji binê avahiya tepbûyî hatin derxistin alandin, li sedyeyê kirin û birin ambûlansê.

Hat ragihandin ku xebatên ji bo derxistina zarokê di binê avahiyê da mabû jî dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE