Dayika Hacire ku kurê xwe ji terorê xilas kir bû pîrik

Dayika Hacire ku li Diyarbekirê bi gotina "Ez ji bo cegera xwe li vê derê me" beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDPyê bû û kurê xwe Mehmet Akar ji nava lepê terorê derxist, niha bû pîrik û gelekî bextewar e.

Dayika Hacire ku kurê xwe ji terorê xilas kir bû pîrik

Dayika Hacire ku li Diyarbekirê bi gotina "Ez ji bo cegera xwe li vê derê me" beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDPyê bû û kurê xwe Mehmet Akar ji nava lepê terorê derxist, niha bû pîrik û gelekî bextewar e.

Hacire Akar ku ji bo dayikên Diyarbekirê yên ku saleke li ber avahiya HDPyê nobeda ewladan digirin, bû nimûne û bi çalakiya xwe va bû sembol, kurê xwe Mehmet ji lepê terorê xilas kir û zewicand. Niha jî kurekî Mehmet çêbû û dayika Hacire bû pîrik û gelekî şad dibe.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê berhev kirin, pêvajoya vegera ewladê Hacire Akarê wiha ye:

Dayik Hacire Akar ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dijî, par dest bi amadekariyên daweta kurê xwe yê destgirtî Mehmet Akar kir.

Akara ku xeyal dikir daweta kurê xwe bibîne, du rojan xeber ji kurê xwe hilneda û lewma jî çû navenda ewlekariyê û agahiya da ku kurê wê wenda ye.

Akarê paşê li têlefona kurê xwe mêze kir û dît ku ji HDPyiyan peyam hatine, lewma jî wisa fikirî ku bi rêya endamên partiyê kurê wî revandin çiyê. Akarê lewma hahanga çû ber avahiya HDPyê ya parêzgehê.

Akarê bi hin HDPyiyan ra ket nîqaşê, cama avahiya partiyê şikand û her wiha li ber avahiyê jî 22yê Tebaxa 2019an dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Hacire Akara dayik ku şev û roj li ber avahiya partiyê ma û çalakiya rûniştinê kir, rastî êrîşa HDPyiyan hat ku dîmenên vê êrîşê jî hatin kişandin.

Li gorî dîmenên qeyda qamerayê, Alîkarê Serokê Parêzgehê yê HDPyê Sait Demir û komeke pê ra gava ji avahiya HDPyê derketin, êrîşî rojnamegeran û dû ra jî êrîşî jinên li ber derî kirin.

Li gorî dîmenan, ji ber midaxeleya HDPyiyan a dijî jinan, çend mêrên eqrebayê Akarê bertek nîşanî endamên partiyê dan û li ser vê jî alozî derket. Ji ber vê çendê jî polêsan midaxele kir û nehişt alozî gur bibe.

Akara dayik derheqê HDPyîyan da gilîdar bû û hat gotin ku Firat Akarê kurê wê yê din jî di 1994an da ji aliyê mensûbên PKKya rêxistina terorê va hat revandin, di 2017an d li serê çiyê hat kuştin.

Akara dayik bi eqrebayên xwe ra li pêşiya Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûnistinê domand û got ku heta kurê wê teslîmê wê nekin, wê çalakiya xwe bidomîne.

Akarê diyar kir ku ew ê 20 roj şûnda deweta kurê xwe bike û wiha dewam kir, "Ez ji bo cegera xwe li vê derê me. HDPyê kurê min revand. Kurê min ket avahiya HDPyê. Ez kurê xwe dixwazim. Li ser erdê nebe, li ezman be jî wê kurê min bînin. Heya kurê min neynin, ez ji vê avahiyê dernayêm." Akarê got ku wan amadehiyên dewetê kuta kirin û ew rojan dijmirin.

Akarê bangî parêzkarên mafên mirovan kir û wiha got:

"Min zêrên wî kirîn, mala wî raxist, salona dewetê kirê kir, hatiye ketiye vê derê. Heb kirine nava avê û danê û ew gêj kirine û birine. Zavayê min î desthenekirî birin. Ka li ku derê ye edaleta vê HDPyê, mafên mirovan li ku derê ye? Zavayekî ku ji deweta wî ra 20 roj mane, meriv qet direvîne? Vana berê jî du zarokên min revandin û birin, ev yê sêyemîn e. Her sal yekî dibin. Dibin 16-17 salî, wan direvînin."

Akarê got ku wan berî niha salekê carekê Firatê kurê wê û Salimê biraziyê wê revand û birin serê çiyê û wiha dewam kir:

"Ka mafên mirovan li ku derê ye. Wan mafên mirovan bînin. Kes nayê bi me ra xeber nade, dixwazin derî bigirin, ez destûrê nadim. Heya kurê min were, ez li vê derê me. Heya kurê min were, mala min vê derê ye. Her roj ji kurê min ra têlefon vedikirin û gazî dikirinê. Me herî dawî têlefon jê stand, kesê ku jê ra vekir, got 'ez li serokatiya bajêr im, were.'. Paşê kurê min derket hat vir û êdî em jê tu xeberê hilnadin. Heya kurê min were ez li vê derê me, an wê kurê min bînin an jî ez ji vê derê naçim. Tên vê derê heqaretê li min dikin. Dibêjin 'Kurê te li nava dizan e.'. Lê gazî kurê min kirin, anîn vir û revandin."

- Derket holê ku îdiayên dibêjin "bi zorê dizewicînin" ne rast in

Kader T.ya dergistiya Mehmet Akarê revandine çiyê jî got îdiaya ajansa nêzîkî rêxistinê ya dibêje "ew bi zorê tên zewicandin" ne rast e, ew û dergîstiya xwe hevdu hez dikin.

Kader T.yê got di 22yê Çileya Pêşîn a 2018an da bi daxwaza Mehmet Akar û bi dilê wê herdu malbat hatine bal hevdu û wan dergîstî kirine û wiha axivî: "Ne ez û ne jî dergîstiyê min Mehmet Akar em bi zorê nehatin zewicandin. Bi xeyala zewaceke evînê me nîşanî kir. Me qet behsa gustîlavêtinê nekir. Him ez û him jî Mehmet em ji bo zewacê bikelecan bûn. Ez hê jî bikelecan im û wî hez dikim. Ez dizanim ku Mehmet jî ji min hez dike."

Dayik Akarê jî îdayên "ew bi zorê tê zewicandin" derewand û got ev plana HDPyê ye.

- Bi çalakiyê gihîşt armanca xwe

Hacîre Akarê ji bo kurê xwe Mehmet Akar li ber avahiyê HDPyê nobed girt, saziyên civakî yên sivîl piştgirî dan wê, jinên eqrebayên wê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî serlêdana Akarê tîmeke taybet a ji hêla Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr va hatiye avakirin ji bo Mehmet Akar bibînin xebateke bihurgilî kirin.

Wêneyên wî li hemû şaxan hat belavkirin, kamerayên li ser kolanên bajêr hatin temaşekirin û ew hat dîtin.

Dayik Akar û kurê wî piştî xebata serkeftî ya tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr gihîştin hev.

Akar bi çalakiya xwe kurê xwe ji pencikê terorê xilas kir.

- Kurê xwe zewicand

Dayika Hacire Akara ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDPyê bû, kurê xwe Mehmet Akar ji nava lepê terorê derxist û zewicand. Daweta Mehmet Akar û destgirtiya wî Kaderê 19ê Cotmeha 2019an hat kirin.

Mehmet îsal jê ra kurek çêbû û bû bav. Bi vî awayî Hacire Akar jî bû pîrik û bi vê têkoşîna xwe va jî ji bo gelek malbatî bû nimûne û hêvî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE