''Dayika Hacireyê zarokê xwe hilda, înşelah em ê jî hildin''

Songul Altintaş: "Dayika Hacireyê li vê derê dest bi çalakiyê kir. Em jî hatin vê derê. Wê zarokê xwe hilda, înşelah em ê jî hildin"

''Dayika Hacireyê zarokê xwe hilda, înşelah em ê jî hildin''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 426emîn.

Songul Altintaşê diyar kir ku ew bi hêviya vegera kurê xwe Muslum ku 6 sal berê revandine birine serê çiya, çalakiya xwe didomîne didomîne.

Altintaşê bal kişand ku heta ew kurê xwe Muslum hilnede, ew ê dawiyê nede çalakiya xwe û wiha dewam kir, "Me kir û nekir PKK kurê min bernade. Me kir û ne kir, em çûn ku derê jî nebû çare. Herî dawî dayika Hacireyê li vê derê dest bi çalakiyê kir. Em jî hatin vê derê. Wê zarokê xwe hilda, înşelah em ê jî hildin. Ez kurê xwe ji HDPyê, ji PKKyê dixwazim. Heta kurê xwe hilnedim jî naçim ciyekî."

Esmer Koçê jî diyar kir ku ew ji Şemdînliya Hekariyê ji bo keça xwe Zubeyde ku 7 sal berê gava 15 salî bû hat revandin, di çalakiya rûniştinê da beşdar e û ew dixwaze bigihîje ewlada xwe.

Koçê diyar kir ku ew li her derî li keça xwe ya ku sala 2013an hat revandin geriya û wiha dewam kir, "Ji keça min tu xeber tune, ka sax e an mirî ye, ez nizanim. Ez jî mîna van dayikan beşdarî çalakiyê bûm. Ez jî ewlada xwe ji HDPyê dixwazim. Îzna HDPyê nebe ev zarok naçe çiyê. Lewra milîsên wan zarokên me xapandin, birin çiyê û teslîmî PKKyê kirin."

Koçê bang li keça xwe jî kir ku rêyekî bibîne, bireve û teslîmî eskeran bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE