Dayikeke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya ku dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin bû.

Dayikeke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

 Malbateke din jî beşdarî çalakiya ku dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 554emîn da dewam dike.

Dayik Remziye Yenîdogana ku ji Batmanê hat ji bo kurê xwe Yunuzê ku di 17 saliya wî da revandin beşdarî çalakiyê bû.

Yenîdoganê got kurê wê 7 sal berê ji malê derket û cardin ji tu xeber hilnedan.

Yenîdoganê got "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim, bila kurê min bê." û wiha axivî:

"Bila zirar negihêje wî. Wekî hemû dayikan ez jî kurê xwe difikirim û dixwazim. Em dizanin bi wan ra ye. Wekî ku zarokên hemû dayikan vedişêrin û înkar dikin kurê me jî vedişêrin û înkar dikin. Heke li ba wan nîne bila bibêjin ku zarokên me li ku ne. Bila bibêjin ku 'li filan derê ne' bila em bizanin. Zarokên me bi HDPyê ra ne. Zarokên me vedişêrin. Em kurê xwe dixwazin. Bila kurê me nîşan bidin. Em jî wel dayik li mafên xwe digerin."

Yenîdoganê destnîşan kir ku heta bigihêje ewladê xwe dê çalakiya xwe bidomîne û got ku "Ez dê ji bo kurê xwe şev û roj li vir razêm û rabim. Yê ku ew anî dinê, mezin kir, ji bo wî digirî, dilê wê dişewite ez im, keseke din nîne. Ewladê min e, kezeba min e. Kesek wek dayikan naşewite, wek dayikan nagirî. Bila ewladê min bizane ku ez dayika wî me. Bila li ba wan nesekine."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE