Dayikên Diyarbekirê 500 roj e ji bo ewladên xwe di nobetê da ne

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya bi saya liberxwedana dayik Hacîre Akarê dest pê kir ev 500 roj e dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê 500 roj e ji bo ewladên xwe di nobetê da ne

 Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin 500 roje dewam dike.

Li Diyarbekirê dayik Hacîre Akar di 22yê tebaxa 2019an da ji bo kurê xwe Mehmet Akarê ku bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê rûnişt û bi saya hewla xwe dayik Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Têkoşîna wê ji bo dayikên dixwazin bigihêjin ewladên xwe jî bû mînak.

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçer jî li ser tevgera Akarê di 3yê îlona 2019an da li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û bi beşdariya malbatên nû jimara malbatên çalakiyê dikin gihaşt 188an.

- Tu tiştekî nikaribû rê li ber çalakiya dayikan bigire

Malbatên bi armanc û hêviya bigihêjin zarokên xwe salek donzdeh meh digel berf, baran, sir û seqemê nobeta xwe heta îro domandin. Dê û bavan carna bi hev ra û hin caran jî di şûna hev da nobeta bo ewladên xwe digirin domandin.

Dayikên ku sebiyên xwe yên biçûk jî bi xwe ra anîbûn nobetê hin caran ji ber zêde westiyabûnê li ser peyarêyan di xew ra çûn û hin caran jî xeriqîn lê digel vê dev ji çalakiya xwe bernedan.

Malbatên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta xwe didomandin digel şewba Kovîd-19ê ya li çar aliyê dinyê jiyana rojane serobin kir dev ji çalakiya xwe bernedan, tewdîrên hewce dikir hildan û nobetê didomînin.

Her malbata ku gihîşt ewladê xwe ji bo dê û bavên çalakiyê didomînin him bû hêvî û him jî ji aliyekî va bi xwe ra xemgînî anî. Kesên di nobetê da ne dema teslîmbûna ewladekî didîtin tevlî malbata wî kêf dikirin da ku ew gihîştine hev û ji aliyekî va jî hêstirên çavan dibarandin ji ber ku ew li benda ewladê xwe ne.

Malbatên ewladên wan ji serê çiyê vegeriyan û teslîmî wan hatin kirin jî piştevaniya xwe domandin û car caran hatin bal malbatên nobetê didomînin û piştgirî dan wan.

Biryardariya dayikan, kepenk bi HDPyê da daxistin. HDPyiyên naxwazin bi êşa malbatan rûbirû bibin, kepenk daxistin.

Rêxistina terorê ji bo ku malbat çalakiyê nekin, serî li her rêbazê dan.

Dayikê Diyarbekirê her wisa rûbirûyî heqaretên hin endamên partiyê yên ku hatin avahiya parêzgehê ya HDPyê bûn û dema çûn mala xwe an jî li sûkê hatin tehdîdkirin.

Rêxistina terorê di weşanên xwe da eşkere gef li malbatan xwar û xwest ku têkoşîna wan bêîtibar bike.

Di weşanên rêxistinê da hevpeyvînên zarokên malbatan hatin weşandin û di hevpeyvînan da hat xwestin ku çalakiya rûniştinê were bidawîkirin. Malbatên ku bi girîn axaftina zarokên xwe temaşe kirin, bertek nîşanî rêxistina terorê dan. Malbatan digel van hemû zehmetiyan çalakiya xwe bibiryar domand.

- Hemû baskên civakê piştgirî da

Tevahiya Tirkiyeyê dengê dayikên ku bi tenê dixwazin bigihêjin zarokên xwe, bihîst.

Serok Recep Tayyîp Erdogan her tim piştgiriya xwe ya ji bo dayikên Diyarbekirê anî ziman. Emîna Erdogana jina Serok Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Tomas Zdechovsky, balyozên welatan, siyasetmedar, rojnamevan, werzişvan, nûnerên saziyên civakî, rûspî, mele, esnaf, mixtar, mamoste û welatiyan bi hezaran kesî malbat ziyaret kirin.

Di van ziyaretan da êşa wan hat parvekirin, dia hatin xwendin, ziyaretvanan piştgirî dan vê çalakiyê û hin caran jî ew bi hev ra giriyan.

Hunermend, rojnamevan, nivîskar û pêşkeşvanên televizyinan bi malbatan ra axivîn, guh dan êşên wan û piştgiriyên xwe anîn ziman.

- Dengê çalakiyê gihîşt dervayî welêt jî

Nav û dengê çalakiyê gihîşt dervayî welêt û li Berlîna paytextê Almanyayê jî çalakiyan dest pê kir.

Maîde T.ya dayika Nîlufer T.yê ya ku ji hêla alîgirên PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin jî dest bi çalakiyê kir. Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va seba qîza xwe ya ku ji bo dibistanê ji malê derketibvû ji wê rojê pê va nezivirîbû çalakiyê dike. Maîde T.yê di 29ê sibatê da li ber komeleyeke nêzîkî rêxistina terorê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Dayik Maîde T.yê paşê ji ber guhnedana rayedarên Alman li ber deriyê Serokwezîrtiyê çalakiya xwe domand.

Maîde T.yê di 25ê Tîrmeha 2020î da bi rêya vîdeokonferansê piştgirî dabû dayikên Diyarbekirê û bi wan ra axivîbû.

Dayikan wêneyê Nîlufer T.yê jî danîn li kêleka wêneyên zarokên xwe.

- 22 malbat gihaştin ewladê xwe

22 malbatên beşdarî çalakiya rûniştinê bûne gihaştin ewladên xwe û ev yek ji bo dayikên ku bi hesreta zarokên wan kezeba wan dişewite û bendemayîna xwe didomînin bû moral.

Piştî ku dayik Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019n da gihaşt kurê xwe Mehmet, Hatîce Ceylan gihaşt kurê xwe Cafer, Husniye Kaya gihaşt keça xwe Mekiyeyê, dapîr Halîme Kadran gihaşt neviyê xwe Halîl Îbrahîm Kadran, bav Metîn Açan gihaşt kurê H. Açan, bav Nîzamettîn û dayik Aslihan Eşrefoglu gihaştin kurê xwe Huseyîn, dayik Gevriye Ayhan gihaşt keça xwe Peldayê, bav Melîk û dayik Melek Aslan gihaştin kurê xwe Volkan, dayik Muteber Bîrlîk gihaşt kurê xwe Veysî, dayik Cahîde Alkan gihaşt kurê Xwe Mehmet Emîn, dayik Şahîze Altinkaya keça xwe Halîse, bavê astengdar Cemal Ertaş kurê xwe Remezan hembêz kir, dayik Naîme Dalmiş gihaşt keça xwe Têkoşînê, Haşîm Açarê teslîm bû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin gihaşt bavê xwe, dayik Sever Fîdan gihaşt kurê xwe Tayfur, dayik Gulşen Çetîn gihaşt kurê xwe Erdal, dayik Meryerm û bav Fahrettîn Akkuş gihaştin kurê xwe Erkan, dayik Perîhan û bav Fettah Kaya gihaştin kurê xwe Cuma, dayik Safîye û bav Mehmet Emîn Coşkun gihaştin kurê xwe Îbrahîm, dayik Kezîban û bav Mehmet Yalçin gihaştin keça we Yasmînê, dayik Guluzar û bav Sidik Fîdan gihaştin kurê xwe Ferdî, dayik Gullî û bav Zekî Bal kurê xwe Yusuf hembêz kirin û hêstirên kêfxweşiyê barandin.

- "Ez ê ewlada xwe ji PKKyê bistînim"

Turkan Mutluya ku ji bo keça xwe Ceylana revandin serê çiyê ji Bursayê hat û beşdarî "nobeta ewladan" bû gote nûçegihanê AAyê ku ewladên xwe dixwazin.

Mutluyê diyar kir ku 7 sal e jiyan, xeyal û azadiya keça wê ji dest wê hatiye hildan û got ku heke nehata revandin dê li welatê xwe wek mamoste xizmet bidaya.

Mutluyê qal kir ku heta keça xwe hilnede dê ji ber derê avahiya bajêr a HDPyê veneqete û got ku "Ez 7 sal e bi PKKyê ra şer dikim. Înşeallah ez ê nemirim, ewlada xwe ji PKKyê bistînim. PKKyê çendî sal e kezebê dayikan şewitand. Yek ji wan jî ez im."

Mutluyê da zanîn ku pergala mala wan nemaye, piştî ku keça wê hat revandin nekarî ku ji bo zarokên xwe yên mayî dayiktiyê bike û got ku "Bila dayik negirîn. Bila êdî ev jehr, ev PKK li Tirkiyeyê xilas bibe."

Songul Altintaşa ku ji roja ewil a çalakiyê vir va nobetê didomîne jî diyar kir, kurê wê 6 sal berê ji bo ku here eskeriya xwe bike ji aliyê PKKya rêxistina terorê va hat revandin.

Altintaşê daxuyand, hatina ewladê Hacîre Akarê ji bo wan bû hêvî û ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

Altintaşê wiha got, "Heta dawiyê, heta zarokek li çiyê bimîne, em li vê derê ne. Yekane çare ev e ku Kurd ji PKKyê xelas bibin. Heke HDP partiya Tirkiyeyê, ya Kurdan bûya, wê îro li cem min bûya."

Sevgî Çagmara dayik jî seba Yavuzê kurê xwe çalakiya rûniştinê didomîne. Çagmarê got ku 6 sal e wê dengê kurê xwe nebihîstiye, xeberek jê hilnedaye.

Çagmarê got, "Saya serê çalakiya me, derketina serê çiyê sekinî" û daxuyand ku ew ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin.

Ji malbatên ewil ên ku çalakiya rûniştinê dan destpêkirin Zekiye Bozdagê bi bîr xist ku wî bi diyar xwe, bavê xwe û xwişk û birayên xwe yên din va ji bo Suleymanê birayê xwe yê ku di 30ê tebaxa 2019ê da revandin serê çiyê, dest bi çalakiyê kir.

Bozdagê wiha xeberda, "500 sal jî derbas bibe, em ê bendewariya xwe bidomînin. Em ê zarokên xwe an hildin an hildin."

Bozdagê bangî birayê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha got, "Ne ji bo min, seba diya min were teslîm bibe. Ew pir ber xwe dikeve, pir digirî. Çavê wê li her roj rê ye, çavê wê bi hêstir e, li bend te ye. Saya çalakiyê 22 malbat gihîştin ewladên xwe. Em pir kêfxweş bûn. Aqûbet li serê hemû malbatan be. Înşellah em ê jî wisa kêfxweş bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE