Dayikên Diyarbekirê 800 roj e ji bo ewladên xwe nobetê digrin

Dayikên Diyarbekirê 800 roj e ji bo ewladên xwe nobetê digrin

Nobeta dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 800yî da dewam dike.

Hacîre Akara dayik îdia kiribû ku kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandine çiyê û di 22yê tebaxa 2019an da li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û di 24ê tebaxa 2019an da gihîştibû ewladê xwe, malbatên têkoşîna Hacîre Akarê ji xwe ra mînak hildan jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dabûn destpêkirin û her ku çûbû tevlöbûn zêde bibû.

Çalakiya rûniştina ya di havîn, zivistan, berf û şiliyê da hat domandin di roja 800î da dewam dike û hetanî niha 33 malbat gihîştin ewladên xwe bûn.

Malbatên dixwazin ewladên xwe ji lepên rêxistina terorê xilas bikin bi wêneyên zarokên xwe va li pêşiya avahiya HDP çalakiyê didomînin.

- "Em bi biryar in, hetanî zarên me neyên em dev jê bernadin"

Mevlude Uçdaga ji bo ewladê xwe beşdarî çalakiyê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bangî Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin wan.

Uçdagê destnîşan kir ku ji bo roja 800î ew ê sibê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê meşa "Ji Terorê Ra Rê Tune"yê li dar bixin û wiha pê da çû: "Hemû dê û bav bi biryar in, hetanî ewladên me neyên em dev jê bernadin. Ewladên me werin teslîm bibin. Ji HDP û PKKyê xêr nagihêje we. Werin teslîmî hêzên ewlekariyê bibin."

Ûçdagê bangî kurê xwe kir û got, "Ez li vê derê li benda te me. Ez ê tu carî dev jê bernedim. Tu kurê min î, were teslîm bibe."

-"Kurê min, min gelekî bêriya te kiriye"

Guzîde Demîra ji bo Azîz kurê xwe nobetê digre jî got di roja 800î da çalakiyê didomînin.

Demîrê got hetanî bigihêjin ewladên xwe ew ê çalakiyê bidomînin û wiha axivî: "HDPyê kurê min bir teslîmî PKKyê kir. Kurê min, min gelekî bêriya te kiriye, hesreta çavên te me. Cîgera min dax dibe kurê min. 6 sal e li pey te me. Ew dera ciyê te nîne. 33 ewlad hatin, tu jî were, ji bo birevin werin, teslîmî hêzên ewlekariyê bibin."

- "Werin teslîmî dewletê bibin"

Şadîn Elhamanê bav ê ji bo Bayramê kurê xwe çalakiyê dike got armanca bi tenê ew e ku bigihêje ewladê xwe.

Elhaman bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha pê da çû: "800 roj e em li pêşiya HDPyê nobetê digrin. 1800 roj jî derbas bibe hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê ranabim."

Necmettîn Bîçer ji bo Gulcana qîza xwe nobetê digre jî bangî her kesî kir ku piştgiriyê bidin wan.

Bîçer got hetanî li çiyê zarokek jî bimîne ew ê çalakiyê bidomînin û wiha axivî: "Ez bangî hemû zarokên bi destê HDP û PKKyê hatine revandin dikim. Hê rê heye werin teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Dema teslîmî hêzên ewlekari bibin hûnê di ewlehiyê da bin. 33 ewladên me hatin, hûn jî werin teslîm bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE