Dayikên Diyarbekirê 900 roj e ji bo ewladên xwe nobetê digrin

Dayikên Diyarbekirê 900 roj e ji bo ewladên xwe nobetê digrin

Nobeta dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 900î da dewam dike.

Malbatên ewladên wan bi xapandin birine serê çiyê û HDPê berpirsê vê yekê dibînin ji 3yê Îlona 2019an heta îro bi armanca ewladên wan vegerin li pêş avahiya serokatiya bajêr a HDPê ya Diyarbekirê nobetê digirin.

Hejmara malbatên di nobetê da ne gihîşt 263an û heya niha 34 malbat jî gihîştin ewladên xwe.

Malbatên bi hêvîdarî nobeta xwe didomînin ji bo tu ewladek li serê çiyê nemîne nobeta xwe didomînin.

- "Înşeallah em ê zarokên xwe hildin"

Ji dayikên li benda ewladên xwe ne Sabîre Aydinê got ku kurê wê Zafer 5 sal berê revandin serê çiyê û wiha domand: "Bi salan e ez li benda kurê xwe me û heta venegere jî ez ji vê derê naçim. Ez bangî hemû ewladên li serê çiyê ne dikim, dilê dayikên wan jî diêşê û bila vegerin. Înşeallah em ê zarokên xwe hildin û heta ew venegerin jî wê têkoşîna me dewam bike. HDPyê zarokên me revand û em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin."

Aydinê bangî kurê xwe Zafer kir ku bila were û teslîm bibe û ew jî bigihêjin mirazê xwe.

Fadîme Aksuya ev 8 sal e li Kocaeliyê çavê wê li rêya kurê wê Eren bû jî got ku heta negihêje ewladê xwe dev ji çalakiya xwe ya rûniştinê û têkoşîna li dijî PKKya rêxistina terorê bernade û wiha domand: "Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Min ji bo nan bikire ew şandibû derva û 8 sale jê xeber hilnadim."

- Necmettîn Bîçerê ji bo qîza xwe Gulcanê ku di nobetê da ye jî diyar kir ew ji bo hemû zarokên revandine serê çiyê têkoşîna xwe didomînin.

Bîçer destnîşan kir ku di vê têkoşîna xwe ya heq da ew li benda piştevaniya herkesî ne û wiha domand: "Ev 6 sale Xwedê zane û ez zanim ku çi dikişînim. Em aciz nebûn û bi tu awayî ji vê derê naçin. Qîza min Gulcan heke dengê min dibihîzî were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE