Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayik Fatma Akkuş: "Xwedê êşa kezebê nîşanî tu kesî nede. Songul teslîmê hêzên ewlehiyê bibe"

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 542yan da dewam dike.

Dayik Fatma Akkuşa ku bi hêviya bigihêje keça xwe Songulê çalakiya xwe didomîne got ku dê dev ji keça xwe bernede.

Akkuşê got ku nizane ka keça wê sax e yan mirî û wiha axivî: "HDP zarokên me dide PKKyê. Xwedê neyne serê tu kesî. Ji hişê min dernakeve. Xwedê êşa kezebê nîşanî tu kesî nede."

Akkuşê diyar kur ku wan di hesreta ewladên wan da dihêlin û zilmê li wan dikin û bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê da.

Akkuşê bangî keça xwe kir û got ku "Songul teslîmê hêzên ewlehiyê bibe."

Bav Nurettîn Odumluyê ku ji bo kurê xwe Yusufê 7 sal berê ji Sêrtê revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike jî got ku gelekî bêriya kurê xwe kiriye.

Odumlu destnîşan kir malbat ji ber ku ji zarokên xwe cuda mane mexdûr bûne û got ku "Zarokên 9-10 salî derdixînin çiyê. Em tu carî vê qebûl nakin. HDP û PKK dijminên Kurdan e. Kurê min were mala xwe teslîm bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE