Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 827emîn da dewam dike.

Ozgul Canliya ku ji Orduyê hatiye seba birayê xwe çalakiya rûniştinê didomîne.

Canliyê diyar kir, heta ew bigihêje birayê xwe, wê bi malbata xwe va çalakiyê bidomîne û daxuyand, ew dixwazin hemû zarokên ku xapandine û birine an jî revandine serê çiyê, paşve vegerin.

Canliyê wiha dewam kir, "Me birayê min şand zanîngehê, lê xapandin û timî anîne vê avahiyê. Birayê min ji min ra diyarî kirîbû, lê ez qêmîş nakim û naxim milê xwe. Ji bo Xwedê were, em li vê derê benda te ne. Em heta te hilnedin, em ji vê derê naçin. Ez bangî hemû zarokan dikim, werin xwe bispêrin malbata xwe û dewleta me."

Salih Gokçe jî ji Agiriyê hatiye û seba Omerê kurê xwe yê ku 6 sal berê revandine serê çiyê çalakiyê dike. Gokçe jî got ku ew heta negihêje kurê xwe wê çalakiyê bidomîne.

Gokçe wiha axivî, "HDPyê kurê min û zarokên malbatên vê derê birin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Kurê min were, teslîmî şewqeta dewletê bibe. Omer heta tu neyê ez ji vê derê naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE