Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 883yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Guzide Demira ku ji bo kurê xwe Aziz di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe yê ku 6 sal e jê xeberê nastîne.

Demirê bal kişand ku ew ji bo zarokên xwe nobeda ewladan bi biryardarî didomînin û wiha got, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em heta zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. HDPyê kurê min xapand, bir.

Kurê min êtîm bû. Min hem dê û hem jî bavtî kir jê ra. Xapandin birin. Kurê min teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe Fatih di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ew 6 sal e hesretî kurê xwe ye û wiha bangî kurê xwe kir:

"Kurê min bireve were, were teslîmî edaleta Tirkan be, bira ev hesret bi dawî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE