Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên hatine revandin li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin bangî ewladên xwe kirin da ku teslîm bibin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ku ji revandina serê çiyê zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin di roja 1045emîn da dewam dike.

Ji dayikan Saadet Odumluya ku di destê wê de fotografê kurê wê çalakiya xwe didomîne anî ziman ku ew bi hisreta gihiştina kurê xwe Ozgur e.

Odumluyê anî ziman ku ew bi salane bi hisreta kurê xwe ye û got, "Ji bo Xwedê êdî were. Wêderê ne cihê te ye. Êdî bes e. Ev 9 sal e te xapandine, bireve were, teslîmî dewletê bibe."

Jidayikan Aynur Panayê jî anî ziman ku ji bo kurê xwe ji Stenbolê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye.

Panayê destnîşan kir ku ew ji bo gihştina kurê xwe di vê çalakiyê de ye û wiha pê de çû:

"Kurê min ez ji bo te li vêderê me. HDPê kurê min revand. Teslîmî PKKê kiriye. Ev 10 sal e ez bi hisreta wî me. Min gelekî bêriya ewladê xwe kiriye. Ev 20 eyd derbas bûn bêyî wî. Ev 10 sal e min dengê wî nebihîstiye. Kurê min cihê te ew der nîn e. Were teslîm bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE