Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 533yan da dewam dike.

Guzîde Demîra ji bo Azîzê kurê xwe yê 4 sal berê di 16 saliya xwe da revandin çiyê çalakiyê dike got ji bo domandina nobeta ewladan biryardar in.

Demirê ji ber ku PKKya rêxistina terorê ya li Garayê 13 welatiyên Türkiyeyê şehîd kiribû bertek nîşan da û got, "13 zarokên me qetil kirin."

Demîrê got hetanî ewladê xwe hilnede ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê neçe, bangî kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Guzîde Demîrê got daxwaza wê ew e ku bigihîje ewladê xwe û wiha axivî: "Azîz, kurê min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Ciyê te ew dera nîne kurê min."

Salîh Gokçeyê ji bo Mehmetê kurê xwe yê 4 sal berê revadin çiyê ji Agiriyê hat û beşdarî çalakiyê bû jî bertek nîşan da ku PKKya rêxistina terorê ya 13 welatiyên Türkiyeyê şehîd kirin.

Gokçe got dixwaze kurê wî teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha pê da çû: "Ne dîn vê qebûl dike ne jî îman. Ez ê ji vî konî ranebim. Kurê min were, teslîmî dewleta me ya bi şewqet bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE