Dayikên Diyarbekirê bangî zarên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî zarên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê yên ku ji ber zarokên wan yên derxistine çiyê HDPyê sûcdar dikin di roja 592yan da çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin ku di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin.

Ji dayikan Guzîde Demirê diyar kir wê çalakiya xwe bidomînin.

Demirê destnîşan kir sal û nîvek e tevlî çalakiya rûniştinê bûye û got ku HDPyê ewladê min xapandiye û biriye çiyê û hê jî xeber jê tuneye.

Guzîde Demirê destnîşan kir bêriya kurê xwe kiriye û ji HDPyê dixwaze wiha axivî, "Kurê min tu li ku derê yî were teslimî hêzên ewlehiyê bibe. Min bêriya te kiriye, veger malê. Ew der ciyê te nîne."

Şevket Bîngol jî destnîşan kir 592 roj e çalakiya ji bona ewladên xwe dane destpêkirin didomînin.

Bîngol diyar kir wê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî, "Em ê rûyê HDPyê derxin meydanê. Bira zarokên me nebin û kezeba dê û bavên din neşewitînin. Kurê min heger tu min dibînî û seh dikî were teslim bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE