Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin: "Teslîm bin"

Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin: "Teslîm bin"

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên hatien revandin li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin bi biryardarî nobeta xwe didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ku ji revandina serê çiyê zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2029an da dan destpêkirin di roja 1018emîn da dewam dike.

Dayik Ayten Elhamana ji bo kurê xwe Bayram çalakiyê dike got 5 sal e tu xeber ji kurê wê tune.

Elhamanê got heta nefesa xwe ya dawîn ewê kurê xwe bigere û wiha axivî: "Bayram kurê min, heke tu min dibihîzî bireve were. Li vir dewleteke me ye bihêz heye. Em bi hesret benda te ne. Bila HDP û PKK bizanibin ku em ê dev jê bernedin. Em ê ewladên xwe hildin."

Pinar Bîçera ji Wanê ji bo qîza xwe Gulcanê ya 7 sal berê di 18 saliya wê da revandine çiyê jî got ew ê çalakiyê bidomînin.

Bîçerê wiha got: "PKK û HDPyê qîza min bir. Ez qîza xwe dixwazim. Heta ez ewlada xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim. Qîza min, heke tu min dibînî an jî dibihîzî were teslîmî dewleta me be. Dewleta me pir bihêz e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE