Dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî HDPyê dan

Solmaz Ovunç: "Parlementerên HDPyê di deriyê pêşîn da dikevin hundir û di deriyê paşîn da derdikevin derva. Me îro rûyê wan ê reş dît. Bila parlementer werin û daxuyaniyek bidin me"

Dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî HDPyê dan

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bo ewladên wan ên revandine serê çiyê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 379an.

Malbatên li pêşiya HDPê çalakiya xwe didomînin bertek nîşanî koma ku di nav wan da parlementerên HDPê Remziye Tozun û Salîha Aydeniz jî hebûn û ji avahiya HDPê derketin, dan û dirûşmeyên wek "Biqehire PKK û lenet li HDPê be" berz kirin.

Dayik Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê 5 sal berê ji Wanê di 15 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bûye diyar kir ku ew ji HDPê ewladê xwe dixwaze û heta kurê wê neyê ew dev ji çalakiya xwe bernade.

Ovunçê destnîşan kir ku ew lenet li HDP û PKKê tîne û wiha domand: "Parlementerên HDPê di deriyê pêşîn da dikevin hundir û di deriyê paşîn da derdikevin derva. Me îro rûyê wan ê reş dît. Bila parlementer werin û daxuyaniyek bidin me. Li vê derê kezeba min dişewite ka were bibêje derdê te çiye? Bi wan ra wicdan tuneye. Kanê parlementerên wan bila werin û daxuyaniyekî bidin me. Remziye Tosun tu çima di deriyê pêş da dikevî hundir û di deriyê paş da derdikevî? Ma rûyê te nagire tu werî cem van dayikan? Were nav dayikan ez ji te natirsim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE