Dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî Kiliçdaroglu dan

Dayikên Diyarbekirê bi sedema ku Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nehat ba wan bertek nîşan dan.

Dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî Kiliçdaroglu dan

Dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandî çalakiya rûniştinê dikin, bi sedema ku Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê ku bi mebesta serdanan li bajêrbû, nehat ba wan bertek nîşan dan.

Ruken Canbeya di destê wê de fotografên zarokên wê hebûn li ser navê malbatan daxuyanî da rojnamevanan.

Canbeyê anî ziman ku Kiliçdaroglu duh hatiye diyarbekirê û li bajêr li gelek deveran geriyaye û anî ziman ku Kiliçdaroglu bi malbetek du malbatên ku zarokên wan hatine revandin re hevdîtinek kurt kir û ew jî weke "Kiliçdaroglu serdana dayikên Diyarbekirê kir" hat nîşan dan û ev ji vê yekê aciz bûne.

Canbeyê destnîşan kir ku nêzîka 3 salan e li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya HDPê ya Diyarbekirê li benda Kiliçdaroglu ne û wiha axivî:

"Beriya ku Kiliçdaroglu bê Diyarbekirê rayedarên CHPyî bi me re ketin têkiliyê. Ji me re gotin ku gelo em dikarin li otêlê hevdîtinê bikin? Duh Kemal Kiliçdaroglu herwekî ku bigire ser otêlê me hat. Me weke malbatan Kiliçdaroglu protesto kir. Me jê re got 'Cihê ku tu werê serdana me bike, diviya avahiya HDPê ba, ne otêl.' Em daneketin me bi Kiliçdaroglu re hevdîtin nekir, me di hevalên xwe şandin me xwest ku daxwaza me bigihîne wan. Wan jî em û hevalên me xistin xefikê û dîmen girtin. Wisa nîşan dan ku heçko Kemal Kiliçdaroglu bi me re, bi malbatan re hevdîtin kiriye, li pirs û xwestekên me guhdarî kiriye. Bi vî şiklî dan çapemeniyê."

Canbayê bang li Kiliçdaroglu kir û wiha got, "Em li hêviyê ne ku tu werê ber deriyê avahiya HDPê, ne otêlê. Cihê ku zarokên me revandin vêderê ye ne otêl e. Cihê ku em hevdu bibînin derdên xwe bêjin vêderê ye. Ji vêderê, ji avahiya HDPê zarokên 260 malbatan hatin revandin. Were vêderê, li vêderê li me guhdar be. Ji sibehê ve tu dibêjî 'demokrasî'. Tu li her deverê Diyarbekirê dibêjî 'heq, hiqûq, edalet, demokrasî', hek tu pabendê van gotinan î, tu yê bê vêderê û li derd û daxwazên malbatan guhdarî bikî."

Sabîre Aydina dayik jî wiha got, "Duh Kiliçdaroglu hat Diyarbekirê. Mekanê me ev kon in lê ew hat otêlê. Ji me re got ez hatime li we gudarî bikim. Me ew protesto kir, me lê guhdarî nekir. Me jê re got cihê me vêderê nîn e, were konan. Lê wan heçko ku li me dayikan guhdar kiribin dan çapemeniyê. Yanî ev xeber derew e. Bila kes bawer neke ew nehatiye serdana me. Em weke dayikan wî vedixwînin ber devderiyê avahiya HDPê ya Wîlayetê. Bila bê vêderê li vê derê li me guhdar be."

Malbatan piştî daxuyaniyan maweyekî li dijî CHP û HDPê diruşm xwendin.

Di daxuyaniya CHPê de hatibû destnîşankirin ku Kemal Kiliçdaroglu duh êvarî li Diyarbekirê digel hinek malbatên ku li ber devderiyê Serokatiya HDPê ya Diyarbekirê nobeda ewladan digirin re, li Hêwrigeha Mamosteyan a Diyarbekirê hevdîtin kiriye. Ji hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hatibû lidarxistin fotograf hatibûn parvekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE