Dayikên Diyarbekirê bi beşdariya malbata 250yemîn va meşa berteka dijî terorê li dar xistin

Adil Timur ku ji Hekariyê ji bo birayê xwe yê 7 sal berê birin çiyê beşdarî çalakiyê bû: "Heta birayê min were, ez ê di çalakiyê da beşdar bim. Ez heta wî hilnedim ez ê neçim"

Dayikên Diyarbekirê bi beşdariya malbata 250yemîn va meşa berteka dijî terorê li dar xistin

Dayikên Diyarbekirê bi beşdariya malbata 250yemîn va meş li dar xistin û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ya li ber avahiya HDPyê di roja 847emîn da didome.

Malbatên di nobedê da çûn termînala otobusan a bajêr û alayên Tirk di dêst da pêşwazî li Adil Timur kirin ku ji Hekariyê ji bo birayê xwe Nurettin Timur hat Diyarbekirê ku 7 sal berê xapandin û birin çiyê.

Adil Timur derbasî ber avahiya HDPyê ya parêzgehê bû, beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Timur li vir ji rojnamegeran ra got ku 7 sal e ew ji birayên wî xeberê nastînin.

Timur diyar kir, ew dixwaze bigihîje birayê xwe û wiha dewam kir, "Salek piştî mirina diya min, wenda bû û me êdî cardin xeber jê nesitand. Heta birayê min were, ez ê di çalakiyê da beşdar bim. Ez heta wî hilnedim ez ê neçim. Heger min dibîne û dengê min diçê, bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Bira vegera mala xwe ya germ."

Malbatên di çalakiyê da jî bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibin.

- Ji malbatan meşa dijî terorê

Malbatan jî bi durişma "derfet ji bo terorê tuneye" meşa dijî terorê li dar xist.

Di meşa ku li ber avahiya HDPyê dest pê kir û li Bulwara Turgut Ozal dewam kir da malbatan, alaya Tirk û wêneyên zarokên xwe vekirin, dowîzên "Çi karê zarokan li çiyê heye?", "Derfet ji bo HDPKKyê tuneye", "Êdî bes e dest ji me bikişînin" û "Em bûn 250 malbat" bilind kirin.

Meşa malbatan tevî durişmên dijî rêxistina terorê li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê bi dawî bû.

Şaredarê Baxlarê Huseyîn Beyoglu ku malbat ziyaret kirin, bal kişand ser beşdariya malbata 250yemîn û diyar kir ku malbat li wir têkoşîneke pîroz dimeşînin.

Beyoglu diyar kir ku ew timî li cem malbatan in û wiha axivî, "Bira li çiyê tu zarok nemînin. Ciyê zarokan ne çiya, mala wan e, kêleka dê û bavê wan e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE