Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan didomînin

Fadîme Aksu: "Ez heta sebiyê xwe hilnedim, naçim. HDP nikare çavê min bitirsîne."

Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 480yî.

Fadîme Aksuya ku ji Kocaeliyê bo kurê xwe Eren Yalçinê 7 sal e jê xeber hilnedaye hat û beşdarî çalakiyê bû got ku ji bo ewladê xwe wê dev ji çalakiya xwe bernede.

Aksuyê destnîşan kir ku HDPyê ewladê wê revandiye û wiha domand: "We ewladê min xapand û bir. Ez ê ji vê derê neçim. Heta ez sebiyê xwe hilnedim ji vê deê naçim. HDP nikare çavê min bitirsîne bila HDP ji min bitirse. Ez wêrek im. Heke ez wêrek nebûma nedihatim vê derê."

Di bangewaziya xwe da Aksuyê ji kurê xwe xwest ku bila were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Salih Gokçeyê ku ji bo kurê xwe Mehmetê 4 sal berê revandine serê çiyê hat û beşdarî çalakiyê bûbû got ku ew ji pêş avahiya HDPyê naçe.

Gokçe diyar kir ku HDPyê kurê wî biriye û wiha domand: "Heta HDP ewladê min nede, ez ji vê derê naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE