Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan didomînin

Dayikên Diyarbekirê bi biryardarî nobeta ewladan didomînin

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 437emîn da dewam dike.

-  "Heta ewladên me bên emê çalakiya xwe bidomînin"

Aydan Arslana ji bo qîza xwe Aysunê ya 6 sal berê bi xapandinê revandin serê çiyê, tevlî çalakiyê bûye got ew qîza xwe dixwaze û wiha pê da çû: "Heta ewladên me bên emê çalakiya xwe bidomînin. Em li navnîşana rastîn in. Ev 6 sal e ez qîza xwe nabînim. Ji canê min can birin. Ew perçeyek min bû, kezeba min derxistin birin. Zarokên me xapandin û birin. Hemû zarokên feqîr û fikareyan in. Tu yek jî li ser daxwaza xwe neçûne. Zarokên 13,14 û 15 salî çi wê rêyê fêm dikin? Mêjiyên wan şûştin û birin. Qîza min heke tu min dîbîhîsî, dibînî hûn gişk birevin û werin. Bes e êdî ev hesret, ev êşa ewladan bes e."

- "Em dixwazin hemû zarok vegerin"

Kubar Otkena ji Hekariyê ji bo kurê xwe Necmecttînê 5 sal berê dema 18 salî bû revandine çiyê hatiye jî got tu xeber ji kurê wî tune.

Oktenê wiha got: "HDPyê ew xapandin birîn çiyê. Em dixwazin hemû zarok vegerin. Êdî bes e, em nikarin li ber vê êşê li ber xwe bidin. BIla zarok vegerin malên xwe."

Oktenê bangî kurê xwe kir ku ew teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE