Dayikên Diyarbekirê bi biryarin ku zarokên xwe ji nav lepên terorê derxin

Ji dayikan Pinar Bîçer: "Em hemû dayîk li vê derê ne. Em zarokên xwe dixwazin. HDPê zarokên me revand." Ji bavan Nurettîn Odumlu: "20 sal jî derbas bibe em dev ji vê çalakiya xwe bernadin."

Dayikên Diyarbekirê bi biryarin ku zarokên xwe ji nav lepên terorê derxin

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ku ji bo zarokên wan ên bi xapandin revandibûn serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 634an da dewam dike.

Ji dayikan Pinar Bîçer a Wanî ku bo qîza xwe Gulcan a hêj 18 salî li Edenê xapandibûn û derxistibûn serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû got ew bo ewlada xwe li vê derê ye.

Bîçerê diyar kir ku ewlada wê bi navbeynkariya HDPê hat revandin û teslîmî PKKê hat kirin û wiha domand: "Em hemû dayîk li vê derê ne. Zarokên xwe dixwazin. HDPê ewladên me revand. Gunehê qîza min çibû? Gunehên van qîzan çibû? Meriv qîzan direvîne? Xwedê nehêle. Ez ji vî konî naçim."

Dayîk Bîçerê ji qîza xwe xwest ku bila di fersenda ewil da bireve û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Nurettîn Odumluyê ji bo kurê xwe Yusufê ku 7 sal berê hêj 16 salî li Sêrtê bi xapandin revandibûn serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû û got ku ew sebiyê xwe ji HDPê dixwaze.

Odumlu got ku ew û maliya wî bi dorê tên nobetê û wiha domand: "Du sal berê ji me ra gotin ku kurê we miriye. Xwestin em dev jê berdin. Xwestin nava me û dewletê xerabikin. Em li cem dewleta xwe ne. Înşeallah kurê min dijî û 20 sal jî derbas bibe em dev ji çalakiya xwe bernadin. Ji pêş avahiya HDPê naçin û her diçe jî jimara malbatan zêde dibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE