Dayikên Diyarbekirê bi tevdîrên koronayê nobeda ewladan didomînin

Nobeta dayikên Diyarbekirê bi tevdîrên ji bo vîrusa koronayê berdewam dike...

Dayikên Diyarbekirê bi tevdîrên koronayê nobeda ewladan didomînin

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, pişî ku vîeusa koronayê ya nû li Tirkiyeyê derket bi tevdîrên ku dîtin çalakiya xwe didomînin.

Ji dê û bavên di çalakiyê da yên îxtiyar û nexweşiyên wan ên kronîk hene ji ber vîrusa koronayê navber dan çalakiyê, yên mayî jî maske dan ber dev û pozê xwe û riayetê rêbazên hijyenê dikin û bala xwe didin mesafaya civakî.

Ji aliyê din va kona çalakiyê jî rojê 2 caran tê dezenfektekirin.

Ji dayikan Kamîle Kuçukdagê got ku 6 sal e ji kurê xwe xeberê hilnade.

Kuçukdagê bertek nîşanê HDPyê da û got ku "Wan kezeba min şewitand. Xwedê kezeba wan jî bişewitîne. Xwedê heqê min û kurê min ji wan ra nehêle."

Kuçukdagê got ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da konên wan tên dermankirin, ji hêla maske û lepikan va tu pirsgirêkên wan tunene û wiha axivî: "Yên nexweş û îxtiyar çûn. Dema şewb xilas bû dê dîsa bên û çalakiya xwe bidomînin. Em heta zarokên xwe hilnedin dê ji vir neçin."

Kuçukdagê bangî kurê xwe kir ku teslîmê dewletê bibe.

Bav Şevket Bingol jî destnîşan kir ku ji HDPyê li benda daxuyaniyekê ne û wiha axivî: "Em ji HDPyê daxuyaniyekê dixwazin. Em ji HDPyê zarokên xwe dixwazin. HDP sûcdar e wan zarokên me birin."

Bîngol destnîşan kir di çarçoveya tevdîrên ku dijî vîrusa koronayê da hildan çalakiya xwe didomînin û ev gotin:

"Me îxtiyar û nexweşên xwe yên kronîk şandin. Em haj bi mesafeyê hene, maskeyê didin ber dev û pozê xwe, kolanî diemilînin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku zarokên xwe ji vor hilnedin dê neçin. Bila HDP êdî tu kesî nexapîne, em vê naxwazin. Heta em zarokên xwe ji HDPyê hilndedin dê ji vir neçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE