Dayikên Diyarbekirê biryar in ku çalakiya xwe bidomînin

Dayik Cennet Kabakli: "Min rûyê kurê xwe, bejn û bala wî ji bîr kir. Dahatûya kurê min, ciwaniya wî, azadiya wî dizîn."

Dayikên Diyarbekirê biryar in ku çalakiya xwe bidomînin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 483yemîn.

- "Heta ewladên me bên emê vê çalakiyê bidomînin"

Aydan Arslana ji bo qîza xwe Aysunê çalakiyê dike û wiha got: "Heta ewladên me bên emê vê çalakiyê bidomînin. Em ji HDPyê ewladên xwe dixwazin."

Arslanê bangî qîza xwe kir û wiha got: "Qîza min heke min dibîhîze, dibîne bila bê û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe."

- "6 sal e ez hesreta kurê xwe me"

Dayik Cennet Kabakliya ji bo kurê xwe yê ku di sala 2015an da li ser rêya Tuncelî û Pulumurê PKKyê revandiye çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "HDP û PKKyê kurêê min revand. Bila ewladê min bidin. 6 sal e ez hesreta kurê xwe me. Min rûyê kurê xwe, bejn û bala wî ji bîr kir. Dahatûya kurê min, ciwaniya wî, azadiya wî dizîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE