Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku zarokên xwe ji nav pencikên terorê derxin

Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku zarokên xwe ji nav pencikên terorê derxin

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 672yem da dewam dike.

Necîbe Çîftçî ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo kurê xwe yê Roşat ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, hat Diyarbekirê û çalakiya rûniştinê dike. Çîftçiyê ji rojnamegeran ra got ku ew heta negihêje kurê xwe, wê nobeta ewladan bidomîne.

Dayikê diyar kir ku kurê wê yê mezin Samî Çîftçî jî bavê 4 zarokan bû û mensûbên PKKya rêxistina terorê ew jî revandin û kuştin û wiha dewam kir, "HDP û PKKyê her du ewladên min ji min qetandin. Em ewladên xwe ji wan dixwazin. Em ji wan canê xwe, cegera xwe û ewladê xwe dixwazin. Heta ku em ewladên xwe hilnedin, em naçin."

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Êdî bes e, were êtîmên birayê xwe xwedî bike. Heke tu esker û polêsan dibînî, teslîm bibe kurê min."

Abdullah Demirê ku seba Fatîhê kurê xwe çalakiyê dike jî got ku ew 6 sal e peyê kurê xwe ketiye, dixwaze bigihêje kurê xwe.

Demir wiha axivî, "Em heta ewladên xwe hilnedin, em vê derê naterikînin. Em peyê zarokên xwe ne. Me tu wextî peyê zarokên xwe berneda. Înşeallah em ê li vê derê bigihên zarokên xwe. Bi destûra Xwedê, bi hêzû qeweta dewletê em ê bi ser kevin. Van zaliman zarokên me xapandin û birin serê çiyê. Em ê heta dawiyê çalakiyê bidomînin."

Demir bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê be û wiha dewam kir, "Bi destûra Xwedê kurê min wê bireve were û me şa bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE