Dayikên Diyarbekirê çalakiya xwe ya rûniştinê piştî 17 rojan dîsa didomînin

Piştî temambûna 17 roj maweya sînordarkirina ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), malbat hatin ber avahiya HDPyê ya parêzgehê û dîsa di kon da dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dayikên Diyarbekirê çalakiya xwe ya rûniştinê piştî 17 rojan dîsa didomînin

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 623yemîn.

Piştî temambûna 17 roj maweya sînordarkirina ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), malbat hatin ber avahiya HDPyê ya parêzgehê û dîsa di kon da dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Fatma Akkuş ku ji bo keça xwe Songulê çalakiya rûniştinê dike, ji peyamnêrê AAyê ra got ku keça wê 7 sal berê gava 15 salî bû hat revandin û wiha got:

"Zarokên hemû malbatên di çalakiyê da ji hêla HDPyê bo çiyê hatin revandin. Heta zaroka xwe hilnedim ez ê neçim. Ka HDP ji me û ji zarokên me çi dixwaze? Em zarokên xwe dixwazin, em ji bo zarokên xwe li vir in."

Akkuşê her wiha bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Şevket Bingolê bav jî diyar kir ku ev 623 roj e ew ji bo ewladên xwe nobedê digirin û wiha got, "Em bibiryar in ku çalakiya xwe heya dawiyê bidomînin. Heta em ewladên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Ez li Stenbolê dimînim, lê ez vê eydê jî neçûm. Ez heta ewladê xwe ji destê PKKyê dernexim, ez ê ji vir neçim."

Bingol bangî kurê xwe kir û wiha got, "Tuncay kurê min 12 eyd e min tu nedîtî. Vê Eyda Qurbanê bireve were. Em di Eyda Qurbanê da bi kêfxweşî biçin mala xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE