Dayikên Diyarbekirê dê dayikên ku li Mûş û Agiriyê nobeda ewladan digirin ziyaret bikin

Dayikên Diyarbekirê dê dayikên ku li Mûş û Agiriyê nobeda ewladan digirin ziyaret bikin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin û her wiha dê dayikên ku li Mûş û Agiriyê nobeda ewladan digirin ziyaret bikin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 715emîn.

Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkan çalakiyê dike, bal kişand ku ew ê heya dawiyê çalakiya xwe bidomîne.

Aydin diyar kir ku ew ê li her derî ji bo ewladên xwe têbikoşin û wiha dewam kir:

"Em ê di kurtedemkê da biçin ziyareta dayikên ku li Mûş û Agiriyê nobeda ewladan digirin. Em ê li Agirî û Mûşê biçin ber deriyê HDPyê û em ê zarokên xwe bixwazin. Em bangî HDPyê dikin, hûn nikarin me ji rêya me vegerînin. Em ê têkoşîna xwe bibin serî."

Celîl Begdaşê bav ku ji bo kurê xwe Yusuf çalakiyê dike jî diyar kir ku hindik ma 2 salên çalakiya wan temam bibe.

Begdaş wiha got, "Em bangî însanên biwijdan dikin ku bên vir. Hizûra me kesî nemaye. Em heya ewladên xwe nestînin em ji vir ranabin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE