Dayikên Diyarbekirê di eydê da bi hesreta ewladên xwe ne

Solmaz Ovunç: "10 eyd e min kurê xwe nedîtiye. Kurê min were ez ê du caran eydê bikim"

Dayikên Diyarbekirê di eydê da bi hesreta ewladên xwe ne

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, di Eyda Qurbanê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 334emîn.

Solmaz Ovunç ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku HDPyê kurê wî xapand û da rêxistina terorê PKKyê.

Ovunçê got ku ew di eydê hêsir dibarîne û wiha dewam kir, "Baran vegere were, êdî sebra min nemaye. 15 salî bûyî, tu xapandin. Were teslîmî edaletê be. Ew der ciyê te nîne. 10 eyd e min kurê xwe nedîtiye. Kurê min were ez ê du caran eydê bikim."

Fahrettin Akkuş ku ji bo kurê xwe Erkan di çalakiyê da ye, diyar kir ku her eydeke bêyî kurê wî, ji bo wî sedema xemgîniyê ye û wiha dewam kir:

"Ne 334 roj, 334 sal derbas be jî ez heta kurê xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim. Min kurê xwe ji bo wan mezin nekir. Kurê min hevalê min bû. Min ji bo HDPyê kur mezin nekir. Kurê min derkeve were, 10 eyd e ez kincê te bêhn dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE