Dayikên Diyarbekirê di eydê da di nobeda ewladan da ne

Nazli Sancar: "Keça min 18 eyd e em eydê bêyî te derbas dikin. Êdî were. Tu kengî werî, ew çax eyda min e" Abdullah Demir: "Yên ku em kirine vê rewşê, em wan hêviya Xwedê dihêlin. Kurê min were, teslîmî edaletê bibe"

Dayikên Diyarbekirê di eydê da di nobeda ewladan da ne

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, di Eyda Qurbanê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 333yemîn.

Nazli Sancar ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ev ev 9 sal e tu xeber ji keça wê Şeymayê nayê.

Sancarê diyar kir ku heya keça wê neyê, ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Keça min 18 eyd e em eydê bêyî te derbas dikin. Êdî sebr û tebatiya min nemaye keça min. Êdî were. Tu kengî werî, ew çax eyda min e"

Abdullah Demirê bav jî diyar kir ku heya ew negihîjin ewladên xwe ew bibiryar in çalakiya xwe bidomînin û wiha dewam kir:

"Dengê me diçe kê bira ji me ra dia bike. Ez zarokên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Dema aramî hebe eyd, eyd e. Yên ku em kirine vê rewşê, em wan hêviya Xwedê dihêlin. Kurê min were, teslîmî edaletê bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE