Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê de nobeta xwe didomînin

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê de nobeta xwe didomînin

Dayikên Diyarbekirê yên bihêviya bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin, di Eyda Qurbanê de jî bi biryardarî nobeta xwe didomînin.

Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, HDPyê wek berpirs dibînin û lewma jî ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1041ê.

Malbatên ku di Eyda Qurbanê de ji ewladên xwe dûr in, li hêviya xebereke mizgîniyê ne.

Sariye Tokaya ku ji bo Mehmetê kurê wê revandine çiyê nobeta xwe didomîne anî ziman ku bi hêviya gihiştina kurê xwe bi biryardarî çalakiyê didomîne.

Tokayê tekezî li wê yekê kir ku heta kurê wê vegere dê nobetê bidomîne û wiha got, "Ev 22 eyd in ez bi hisreta kurê xwe me. Eyd ji me re tune ye. Di eydan de her kes ji xwe re digere, lêbelê em di binê van konan de, çavên me li rêya wan e. Ev zordestiya HDPê heta kengî wê dewam bike. Êdî bes e bila zarokên me li me vegerînin. Kurê heke tu min dibînî yan dengê min dikî vegere, bila ev hisret biqede. Binêr eyd li me herimîne, xwarinên ku te ji wan hez dikir, êdî nema li mal çêdibin, vegere mala xwe."

Vahîde Çîftçiya ku ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo Ozlema keça xwe ya ku 5 sal berê di 12 saliya xwe da revandin birin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku wext berî wext dixwaze bigihije keça xwe û got, "Keça min tu bi Xwedê kî vegere, ez ji bo te li vêderê me. Min gelekî bêriya te kiriye, ez dixwazim te hembêz bikim. Bila ev hisret biqede. Êdî naxwazim eydeke din jî bêyî te derbas bikim."

Abdulkadîr Eslekê ku ji Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê hatiye û ji bo Îsayê kurê xwe yê ku revandine serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûye, behsa hisreta kurê xwe kir.

Eslek banga teslîmbûnê li kurê xwe kir û got, "Kurê min heke tu dengê min dibihîzî, were vegere tu û hevalên xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Îro ji bo ne eyd bû kurê min. Hemî dayik û bav digiriyan, vegerin werin. Ez naxwazim eydeke din jî bê ewladê xwe derbas bikim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE