Dayikên Diyarbekirê 600 roj in ku li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin.
Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 602yem da dewam dike.
Malbat havîn û zivistan, di şilî û şepeyê da jî çalakiya xwe heta niha kirine û ji wê demê heta niha jimara wan jî roj bi roj zêde bû û ji 220î derbas bû.
Malbatan di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da jî tevdîrên xwe hildan û dev ji çalakiya xwe berneda.
Di çalakiyê da hin malbat gihîştin zarokên xwe û gelek kesan jî malbat ziyaret kirin û piştgirî dan wan. Daxwaza malbatan tenê ew e ku zarokên xwe ji nav dest û lepên terorê xelas bikin.
- Heta em ewladên xwe hilnedin em ji vê derê naçin
Ji malbatan Ayşegul Bîçerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew seba kurê xwe yê Mustafa beşdarî çalakiyê bû.
Bîçerê bangî HDP û hin partiyên siyasî kir û wiha got, "600 roj in li vê derê malbat feryad û fîxanê dikin û we ev malbat nedîtin û nebihîstin. Em bangî we dikin ku hûn werin ser heqiya wijdan û merhemetê. We ev dilên şewitî û hêsirên çavan nedîtin. CHP, ÎYÎ Partî, Partiya DEVAyê û Partiya Gelecekê, ez bangî hemûyan dikim. Ka wijdan û merhemeta we? 600 roj in ku we nexwast hûn dayik û bavan bibînin. Ez bangî hinermend, qaşo akademîsyen, parêzkarên mafên mirovan dikim, dayik û bavên li vê derê ne tenê seba zarokên xwe, ji bo ewladên we jî nobetê digirin."
Bîçerê got, "Heya em zarokên xwe yên ku mafê me ne, hilnedin; em ji vê derê naçin" û ji bo ku ew tenê nehiştin spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, rayedarên dewletê, mensûbên çapemeniyê û her kesên ku piştgirî da wan, kir.
- "Em wek dayik û bav di çalakiya xwe da biryardar in"
Suleyman Aydinê bav jî spasiya mensûbên çapoemenyê û hêzên asayîşê kir ku ji roja ewil a çalakiyê heta niha ew tenê nehiştine.
Aydin diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşînê bidomînin û wiha dewam kir, "Heke wijdana HDPyê hebe bira ji van malbatên Kurd nereve. Dewleta me seba zarokên me têkoşîneke mezin dide. Em ê jî li vê derê heta dawiyê dijî HDPyê têkoşînê bidin. Em wek dayik û bavik di çalakiya xwe da biryardar in."