Dayikên Diyarbekirê di nobeta ewladan da Cejna Komarê pîroz kirin

Dayikên Diyarbekirê di nobeta ewladan da Cejna Komarê pîroz kirin

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 423yan da dewam dike.

Malbatan alayên Türkiyeyê dan destê xwe û salvegera 97an a avakirina Komarê pîroz kirin, pifikên li ser wan hîv û sitêrk hebûn firandin.

Songul Altintaşa dayik got Cejna Komarê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hemû Türkiyeyê pîroz dike.

Altintaşê got ji bo bigihîjin zarên xwe çalakiya rûniştinê dikin û wiha axivî: "Em hetanî dawiyê li vê derê ne û ji vir ranabin. Hetanî zarên xwe hilnedin jî naçin. Em ji HDP û PKKyê zarên xwe dixwazin."

- "Em dixwazin ku zarên me vegerin û em du eydan bi hev ra bijîn"

Suleyman Aydinê bav jî got wekî dê û bavên nobetê digrin Cejna Komarê ya hemû Türkiyeyê pîroz dikin.

Aydin got dixwazin ku zarên wan teslîmî hêzên ewlekariyê bibin û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku zarên me vegerin û em du eydan bi hev ra bijîn. Em wekî dê û bavên nobeta ewladan digrin ji Serokomarê me û Wezîrê Karên Navxweyî yên ku em bi tenê nehîştin ra sipas dikin û Cejna Komarê ya wan pîroz dikin. Ji bo ewladên me têkoşîneke mezin didin. 19 zarên me ji destê van zaliman xilas kirin. Aqûbet li serê zarên me be jî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE