Dayikên Diyarbekirê di roja ewil a salê da jî nobeta ewladan domandin

Dayikên Diyarbekirê di roja ewil a salê da jî nobeta ewladan domandin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê di roja ewil a salê da jî bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 852an da dewam dike.

Necîbe Çîftçiya ji bo Rojhatê kurê xwe ji Şamzînana navçeya Hekariyê hat û çalakiya rûniştinê didomîne got ku ew ê hetanî dawiyê çalakiyê bidomînin.

Çîftçiyê wiha got: "Em 2,5 sal e li vê derê hesreta ewladan dikişînin. Em ewladên xwe ji wan dixwazin. Roja ewil a salê ye. Me bi hesreta ewladan dest bi salê kir. Bi îzna Xwedê em ê bigihêjin ewladên xwe. Em ê dev ji çalakiyê bernedin. Hetanî li ser çiyê zarok nemînin em ê çalakiyê bikin. Hetanî ewladên me negihêjin me em ji vê derê naçin. Daxwaza min ew e ku di sala teze da bigihêjim ewladê xwe, cigera xwe, ez ê wê çaxê sersalê pîroz bikim."

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Celîl Begdaşê ji bo Yusufê kurê xwe çalakiyê dike jî bi bîr xist ku hema bêje 2 sal e li pêşiya HDPyê nobetê digrin, gelek sal in sersalê û eydan pîroz nake.

Begdaş destnîşan kir ku bi hesreta kurê xwe pêrîşan bûn û wiha got: "HDPyê kurê min xesp kir. Kurê min nehat xapandin hat xespkirin."

Begdaş got bi hesreta ewladan dest bi sala teze dikin û wiha pê da çû:

"Îro roja ewil a sala 2022yan e. Ji bo me saleke zor derbas bû. Em hetanî hemû zarokan hilnedin ji vê derê ranabin. Em biryardar in, teqez ji vê derê ranabin. Bira her kes vê bizanibe. Ez bangî hemû ewladan dikim, werin. Înşaellah em ê bi hev ra têkevin sala 2023yan. Em ê bi hev ra pîroz bikin û hesretê xilas bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE