Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhijin zarokên xwe

Dayik Zumrut Salim:"Kurê min perwerdeya hafiziyê didît. Çawa ku ew qursa Qur'anê derdikeve wî direvînin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. HDPyê ewladê min teslîmî PKKyê kir."

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhijin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 478emîn.

- "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku bo kurê Hemze yê ku 6 sal berê hê14 salî bûye revandine çiyê hatiye û beşdarî çalakiya rûniştinê bûye got ew kurê xwe ji HDpyê dixwaze û ew heta bigihîje ewladê xwe, ewê çalakiya rûniştinê bidomîne.

Salimê got ew nabêjin serma, nexweşî çalakiyê didomînin û wiha axivî: "Kurê min perwerdeya hafiziyê didît. Çawa kuew qursa Qur'anê derdikeve wî direvînin. Ez kurê xwe ji HDpyê dixwazim. HDPyê ewladê min teslîmî PKKyê kir. Kurê min Hamza heke tu min dîbîhîzî û dibînî were teslîmê dewletê be, ez benda te me. Ez heta dawiyê li vir imç Tu û hevalên xwe werin. Hûn li wir perîşan bûn. Ew rê ne rêya we ye, were kurê min."

- "Heta ez kurê xwe hilnedim ez ji vir naçim"

Bav Omer Tokayê ji bo kurê xwe Mehmet beşdarî çalakiyê bûye jî got kurê wî bi hinceta çûyîna seyranê hatiye revandin.

Tokay got çalakiya wan bibiryarî dewam dike û wiha axivî: "HDPyiyan kurê min bir. Heta ez kurê xwe hilnedim ez ji vir naçim. Kurê min were. Hevalên te hatin, teslîm bûn. Ew bi dê û bavên xwe ra ne. Birayên te gelekî ji te hez dikin, çavê wan rêya te ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE