Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhêjin ewladên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhêjin ewladên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, bi biryarî nobeta xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinê revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1023emîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Esmer Koça ji bo qîza xwe Zubeydeyê ya 9 sal berê revandine çiyê daxuyand ji wê rojê vir va wê tu xeber jê hilnedaye.

Koçê bangî qîza xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha got: "Ez ji bo ewadê xwe hatim vir. Ez qîza xwe dixwazim. Ez naxwazim qîza min li çiyê bimire. Bes e, bila ewlada min bişînin. 40 sal e PKK Kurdan dikuje. Zarokên kurd dibin çiyê dikujin."

Yusuf Erdînçê ji Gurpinara navçeya Wanê ji bo kurê xwe Mîkaîl hatiye çalakiyê jî got heta ew ewladê xwe hilnede ew ê ji vir neçe.

Erdînç bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE