Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bona serê çiyê hatine revandin di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 691an.

Mevlude Uçdaga ji bona Ramazanê kurê xwe tevlî çalakiyê bûye diyar kir biryardar in ku ji bona ewladên xwe çalakiyê bidomînin û wiha got, "Zarokên me li ku derê wenda bûbûn em li wir li wan digerin. Heta mirinê em dev jê bernadin. Min eydeke din jî bêyî kurê xwe derbas kir."

Uçdagê destnîşan kir eyda xwe di nobeta ewladan da derbas kirine û wiha axivî, "Ewladê min li cem min nebû. Eyda bêyî wî li min bû jehrî. Min qet eyd nekir. Per û baskên min şikestine û dilê min diperite."

Mevlude Uçdagê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Were, ji wan bawer neke. Tu ji diya xwe bawer bike. Kurê min tevî hev werin. Dê û bav wê terka vir nekin."

Aynur Panaya ji Bazîda navçeya Agiriyê ji bona Emrahê kurê xwe ku di 13 saliya wî da revandine çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûye got ku bêriya kurê xwe kiriye.

Panaya diyar kir kurê wê bi wesîleya HDPyê revandine û teslimî PKKyê kirine wiha peyivî, "10 sal e kurê xwe nabînim. Heya kurê min neyê ez ji vir naçim. Emrah kurê min heya tu neyê ez naçim. Ew der ciyê te nîne. Bireve û were, teslimî hêzên ewlehiyê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE