Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Rahîme Taşçiya ji bo kurê xwe Faruk ji Qersê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye jî got ku ew heta bigihîje kurê xwe ew ê nobeta ewladan bi biryardarî bidomînin.

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 791emîn da dewam dike.

Rahîme Taşçiya ji bo kurê xwe Faruk ji Qersê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye jî got ku ew heta bigihîje kurê xwe ew ê nobeta ewladan bi biryardarî bidomînin.

Taşçiyê daxuyand ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha dewam kir, "HDPyê kurê min teslîmî PKKyê kir. Ez Farukê kurê xwe dixwazim. Zarokekî min hebû, ew jî Faruk bû. Malbata me hemû li benda Faruk in. 8 sal e min nedîtiye, Faruk tu dijî, najî ez nizanim."

Taşçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Serdar Yildiz ji Diyarbekirê seba Mahsun Yildizê birayê xwe yê ku 6 sal berê di 17 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Yildiz daxuyand ku ew dixwaze bigihêje birayê xwe.

Yildiz wiha got, "HDPyiyan birayê min xapand û teslîmî PKKya rêxistina terorê kir. Hemû berpirsiyarê vê yekê HDP ye. Em biryardar in, ez heta birayê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE