Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 405an da dewam dike.

Mevlude Uçdaga ji bo Ramazanê kurê xwe nobeta ewladan didomîne diyar kir ku ji bo zarokên xwe ji PKKya rêxistina terorê xilas bikin çalakiya xwe didomînin.

Uçdagê destnîşan kir ku bi navbeynkariya HDPyê kurê wê revandin çiyê û wiha axivî: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Çawa birine bira wisa jî bînin. Ma we çima zarokên me birin kirin mehkûmê çil û çiyan?"

Uçdagê bangî kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha pê da çû: "Ramazan kurê min heke min dibihîzî ji bo Xwedê were, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Mêze bike 18 ewladên me hatin, malbatên wan şa bûn. Tu jî were, me şa bike."

Celîl Begdaş jî got ji bo Yusufê kurê xwe yê di 17 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Begdaş hemû malbatên zarokên wan revandine çiyê dawetî kon kir û wiha pê da çû:

"Roja ku kurê min çû ez mirim. Lewra kurê min merivekî wisa nebû ku biçûya çiyê. Min kurê xwe ji bo bixwîne bibe meriv mezin kir ne ku derkeve çiyê. Min kurê xwe ji bo HDPyê mezin nekir. Hetanî hemû zarokên me venegerin em ji vê derê ranabin. Me dijî PKKyê serî hilda. Em ji wan zarokên xwe dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE