Dayikên Diyarbekirê dixwazin Eyda Qurbanê bi ewladên xwe ra derbas bikin

Aynur Panay:"Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Ewladê min xapandine birine. Eyd e, bira kurê min êdî bişînin"

Dayikên Diyarbekirê dixwazin Eyda Qurbanê bi ewladên xwe ra derbas bikin

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 330emîn.

Aynur Panay ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ev 9 sal e tu xeber ji kurê wê Emrah nayê.

Panayê wiha xeberda, "Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Ewladê min xapandine birine. Eyd e, bira kurê min êdî bişînin. Ez kurê xwe dixwazim. Emrah ez qurban êdî were, teslîmî polês û cendirmeyan bibe. Ew der ciyê te nîne."

Savaş Turan ku ji Hekariyê hat û ji bo xwîşka xwe Aysel Turan ku 5 sal berê revandine çiyê, beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku wî zehf bêriya xwîşka xwe kiriye.

Turan bal kişand ku ev çend meh in ew li ber HDPyê çalakiyê dikin û wiha dewam kir:

"Em di hemû eydan da dilşikestî ne. Aysel êdî were. Me zehf bêriya te kiriye. Bêyî te eyd nabe. Ciyê te kêleka me ye. Ev çend sal e em ji te xeber hilnadin. Tu cî nema me tu pirs nekirî. Qet nebe xeberekî bişîne. Tu li ku bî were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE