Dayikên Diyarbekirê ewladên xwe dixwazin

Dayikên Diyarbekirê ewladên xwe dixwazin

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên hatien revandin li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin bi biryardarî nobeta xwe didomînin. 

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ku ji revandina serê çiyê zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2029an da dan destpêkirin di roja 1028emîn da dewam dike. 

Aynur Payana yek ji wan dayikên di destên wan da wêneyên zarokên wan hene got ew heta bigîhêje kurê xwe wê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "HDPyê kurê min xapand, bir teslîmî PKKyê kir. Ez kurê xwe dixwazim. Ez ji vir naçim. Ez kurê xwe, kezeba xwe dixwazim. 10 sal e haya min ji kurê min tune. Min pir beriya kurê xwe kir."

Panayê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.

Abdullah Demirê ji bo kurê xwe Fatîh beşdarî çalakiyê bû jî wiha got: "Ez ji bo ewladê xwe li vir im. Heta ez kurê xwe hilnedim ezê ji vir neçim. Kurê min Fatîh bireve were teslîmî dewletê be."

Demir got 35 ewlad gihîştin malbatên xwe û ew jî dixwaze vê şahiyê bijî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE