Dayikên Diyarbekirê Eyda Qurbanê dilşikestî pêşwazî dikin

Nobeda dayikên Diyarbekirê di 3yê îlonê da li ber avahiya HDP'yê dabûn destpêkirin, ket roja 332yemîn.

Dayikên Diyarbekirê Eyda Qurbanê dilşikestî pêşwazî dikin

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 332yemîn.

Necibe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşat Çiftçi ku 6 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ewladekî revandin çiyê, kurekê wê yê din ku li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin.

Çifçiyê wiha xeberda, "332 roj e em li vir in. Em têkoşîna xwe didomînin. Heya zarokên me neyên em ê ji vê derê neçin."

Çiftçiyê her wiha bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha dewam kir, "Kurê min bo xatirê Xwedê vegere. Bê te eyd nabe. 6 sal e em eydê pîroz nakin. Were em bi hevra eydê pîroz bikin."

- "12 eyd e ez te nabînim. Êdî were"

Saadet Odumlu ku ji Sêrtê hat û ji bo kurê xwe Yusuf ku 16 saliya xwe da hat revandin, beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku wê ji ewladê xwe qet xeber nesitand.

Odumluyê bal kişand ku êdî sebra wê nemaye û wiha dewam kir, "Kurê min sibê eyd e. 12 eyd e ez te nabînim. Êdî were. Ez dixwazim te hemêz bikim. Çavê min li rê ye. Bi îzna Xwedê emê bigihîjin hev."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE