Dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe banga "teslîm bûn"ê kirin

Turkan Mutluya dayik: "Keça min, te firsend dît teslîm bibe"

Dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe banga "teslîm bûn"ê kirin

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 377em.

Turkan Mutlu ji bo keça xwe ya Ceylan a ku revandin serê çiyê ji Bursayê hat û beşdarî çalakiyê bû. Mutluyê daxuyanî da û got ku HDPyê keça wî revand.

Mutluyê diyar kir ku 7 sal e ew peyê keça xwe ketiye, li her derê wê digere û ji bo ku bigihêje keça xwe ew beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Mutluyê destnîşan kir, heya ku ewlada wê venegere, ew biryardar e ku çalakiya rûniştinê bidomîne û wiha dewam kir:

"7 sal e ez li peyê keça xwe me. Salek ser çalakiya me ya rûniştinê ra derbas bû. Ez ê dev ji vê çalakiyê bernedim. Pêşiyê dikevin binê zarokên me. Paşê jî zarok dikevin lîlavê. Ez keça xwe dixwazim. Bi destûra Xwedê ez ê heya dawiyê peyê keça xwe bim."

Mutluyê bangî keça xwe kir û wiha got, "Keça min, te firsend dît, derkeve were teslîm bibe."

Abdullah Demirê bav jî ji bo Fatîhê kurê xwe nobeta ewladan didomîne û wiha dewam kir: "Van (HDP) ewladê min birin serê çiyê. Lenet li van zalim û bê wijdanan were. Kurê min heke tu dengê min dibihîzî teslîmî eskerê Tirk bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE