Dayikên Diyarbekirê ji bo ku teslîm bibin bangî zarokên xwe yên serê çiyê kirin

Dayik Necîbe Çîftçî: "Werin teslîm bibin. Hûn li çiyê, di şikeftan da çi dikin, çi karê we heye wir?"

Dayikên Diyarbekirê ji bo ku teslîm bibin bangî zarokên xwe yên serê çiyê kirin

 Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê berpirsyarê revandina serê çiyê ya zarokên xwe dibîne di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin ket roja 360emîn.

Dayik Necîbe Çîftçiya ku ji bo kurê xwe Rojhatê 6 sal berê revandin çiyê ji Şemzînana navçeya Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû got ku 360 roj in ku li ber derê avahiya bajêr a HDPyê jibo ewladên xwe nobedê digirin.

Çîftçiyê diyar kir ewladên xwe ji bo ku tevî rêxistina terorê bibin neanîn dinyayê û got ku "Min ewladê xwe ji bo wan mezin nekir. Min ji bo ewladên xwe dêtî û bavitî kir. Wan kezeba min jê kirin. Ewladekî min di emrê biçûk da birin çiyê ewladekî min jî şehîd kirin."

- "Ji çiyê werin teslîmê hêzên dewletê bibin"

Çîftçiyê ji bo dayika ku li Bidlîsê ewladê xwe ji rêxistina terorê xilas kir got ku "Çû ji wir daristanê ewladê xwe hilda û anî. Teslîmê polês û eskeran kir. Ji dayikeke wiha hêzdar ra helal be. Em ji li vir ji bo ewladên xwe têkoşîna xwe didomînin."

Dayika dilşewat got ku "Werin teslîm bibin. Hûn li çiyê li şekftan çi dikin. Ji çiyê werin teslîmê hêzên ewlehiyê bibin. Ew we teslîmê dê û bavên we dikin."

Dayik Aynur Panaya ku ji Bazîda navçeya Agiriyê ji bo kurê xwe Emrahê ku di 13 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû jî got ku 10 sal e ji kurê xwe tu xeber hilnedaye.

Panayê ji bo ku teslîm bibe bangî kurê xwe kir û got ku "Emrah ez qurbana te, were teslîm bibe. Ew der cihê te nîne. Zarokek teslîm bû. Tu jî were Emrah. Heta tu neyê ez ê ji vir ranebim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE