Dayikên Diyarbekirê ji bo piştgiriyê bidin wan bang kirin

Dayik Turkan Mutlu: "Ez bangî hemû dinyayê dikim bila di 3yê îlonê da li cem dayikên Diyarbekirê bin."

Dayikên Diyarbekirê ji bo piştgiriyê bidin wan bang kirin

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê ya 24 saetan bi biryardarî didomînin û ji bo piştgiriyê bidin wan bang dikin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 730emîn da dewam dike.

Dayik û bavên ji bo zarokên xwe yên revandina çiyê 24 saetan bi biryardarî çalakiya rûniştinê didomînin li ser avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê alaya Tirkan  daliqandin.

Turkan Mutluya li ser navê malbatan axivî got ew zarokên xwe dixwazin.

Mutluyê wiha got: "Êdî bila Ceylan û yên wek wê li çiyê nemirin Ez bangî hemû dinyayê dikim bila di 3yê îlonê da li cem dayikên Diyarbekirê bin. Ev çalakî 10 salan jî dewam bike, heta ez Ceylana xwe hilnedim ez ê ji deriyê HDPyê neçim. Em dayikên Diyarbekirê ji bo armanceke siyasî ne li ber vî derî ne, wek dayik em li vir in. Kes bi zorê me li vir nagire. Înşallah em ê qezenc bikin."

- "Em benda her kesî ne ku ew di 3yê îlonê da bên vir"

Bav Celîl Begdaş jî got bi saya têkioşîna wan gelek zarok ji çiyê vegeriyan.

Begdaş ji bo alîkariya wan bê kirin ji raya giştî piştgirî xwest û wiha dewam kir:  "Tu hêzek nikare me ji vê yekê bîne xwarê. Ancax dê û bav dizanin êşa ewladan çi ye. Em benda her kesî ne ku ew di 3yê îlonê da bên vir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE