Dayikên Diyarbekirê ji bo xilaskirina ewladên xwe bi biryar in

Dayikên Diyarbekirê ji bo xilaskirina ewladên xwe bi biryar in

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 644emîn.

Dayik Ayşegul Bîçerê diyar kir, 3 sal e ew hesretî kurê xwe Mustafa ye.

Bîçerê bal kişand ku ew heta kurê xwe hilnede, ew ê dawiyê li çalakiya xwe neyne û wiha dewam kir:

"Bira baş bizanibin, em heta ewladên xwe ji nava lepên rêxistina terorê PKKyê dernexin, em ê ji vir neçin. Em bûne yek deng. Em ji kesî tiştekî naxwazin. HDPyê zarokên me dizîne dane PKKyê. Ev dê û bav bibiryar in. Em heta ewladên xwe hilnedin em ê ji vir neçin."

Bîçerê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Omer Tokayê bav ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e ku kurê wî 10 sal berê dema 14 salî bû hat revandin. Tokay wiha axivî:

"HDPyê kurê min bir û radestî PKKyê kir. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim. Heta kurê min neyê ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Tokay her wiha bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min bi qasî 25 hevalên te hatin û teslîm bûn, gihîştin dê û bavên xwe. Tu jî were, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Diya te nexweş e, xwîşk û birayên te bêriya te kirine. Were teslîmî edaletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE